meḧmûd paşa carêk zorî birsî ebê doyney be

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  534 Dîtin

meḧmûd paşa carêk zorî birsî ebê, doyney be dokułîwewe bo dênin, eyxiwa, leber ewe zorî birsî ebê zorî lê exwa û be layewe belezet ebê.

pyawêkî ebê, «qadrî saneḧemedî biraḧeme»y naw ebê, be layewe řawestawe, meḧmû paşa bedem xwardinekewe her basî xoşî doyne be dokłîwewe ekat, qadrîş boy da’enîşê û ełê: mîrim! dwêne we dokłîwewe kesê neyxiwa qedrî nazanê meger mîrêkî wekû to bizanê xwa çi tiḧamêkî dirust kirdige!

ew sê perî mêgelî miłî paşake eçête ser «awêse» û aw exwatewe û şîr eda û kawêj eka êjî şerawehuřî beheşte, eyken we mas û dwayî we do, genmî qenharî wiłat ekułênin û letekya girtikî eken wekû gułe řêwasî kwêstanî lê tê, ke wişk ewêtewe êjî topełe newatî şarî sines; be keşke zordekey nałî mîmke hamîney ekirêt wer, ke eynê weserewe we qewrekey ḧeme paşawe, bê digan firte ekate naw hurgewe, we du’ay «bałanteran» wê, ewê we xwardinî gişt mîr û paşayek, ne tołtirme boy ewêsê ne fiřfiřînî!

dokłîwî şay gişt sersînî
qend û newat û darçînî
êjî beheşt nardigyesî
heta bîxoy, her hey birsî

meḧmû paşa wa dyar bû zorî lê xwardibû û tebî’etî pê têk çûbû, witî: wełła kuřî sane ḧemed lam waye dwêne we dokułîwewe newê şitêkî fire xas ewê! kuřî sane ḧemedîş ełê:

mîrim! ew doyne bêfeře hêşta netkułandige êjî kuçkî hewarelêjey banî xêłane, ke diganî pya enêy wekû coy jêrdiganî ker qirmey lêwe tê! xo ke eyxeyte ser, sê kuçke ewê we hewîrî małe domekanî «sey saq»! ew genme qennarîye cwaney deştî germyan ekeyte nawî, eymaşêtewe û eymasênê wekû kizneřeşe xwanenasekey merîwanî lê tê! keçkî lê da’egrî, leber biłêsey ẍezewî tya nawêsê êjî bawkikuştey yekin! xwa bika we nesîwî dujminîşt ewê we paşa, ewîş nawî xoy nyage xwardin! dey bêfeř, dokłîw we doynewe?!

dokułîwe tirşe pîseke
her doxewas le kîseke
xoy lî kirdigîn we pyawmaqûł!
êjî terse û lebanî tûł!

meḧmûd paşa ełê: xwa bitgirê qadir! to her êsta be serubałay doyne we dokłîwewe û metiḧit ekird?! êsta eme çî bû hatî we serugwêlakya û destit kird we zemkirdinî?! ewîş ełê: mîrim! min pyawî tom, pyawî dwêne û dokłîwewe nîm, ewê şitê bêjim ke to pêt xoş wê nek dwêne û dokułîwewe!