heta pare serî le ’alem têknedabû melakan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  464 Dîtin

heta pare serî le ’alem têknedabû, melakan ke da’enîştin, kořî edebî ewan dengî dabowe.

carêk le sine şêx îmamî xetîbî mizgewtî darul’îḧsan, zyafetêkî nanxiwardin eka bo şêx ḧebîbułłahî kaşterî û mela miḧemedî ewîhengî; lepaş danîştin nan dêt, nanêkî baş, leser nanekeda «masî» yekîş da’enên, le katî nanekeda şêx ḧebîbułła û mela miḧemed çawyan lê ebê masîyekî gewretir lenaw sînîyeke daye û «ewłê»y pyawî şêx îmam eyewê bîhênê bo jûrî nanxwardneke, ke çî nayhênê û eygêřêtewe! îtir nehênanekey leber çî bû, ewe ewłê xoy eyzanê!

dest eken be nanxiwardin û sere dête ser masî; şêx ḧebîbułła be mela miḧemed ełê: «fasbir liḧkim ribik û latkin kisaḧb alḧut», erê aẍay mela miḧemed, be řast ew karesatî yuns pêẍember û masîye çon bû? ewîş ełê: aẍay şêx ḧebîbułła, ew karesate le kitêbî tefsîrda heye; legeł eweşa ba her lem masîye bipirsîn baştire! ser eba belay masîyekewe, gwê enê belay demyewe û paşan ser berz ekatewe û ełê: aẍay şêx ḧebîbułła lêm pirsî, witî: ew zemane min biçûk bûm welê masîyekî gewretir hes ke ewłê birdîyewe, lew bipirse ew gişt xewerêkî la hes û pêt êjêt! şêx îmam û ewan dest eken be pêkenîn û ełê: ewłê eme çî bû gêřat?!