ḧacî eḧmed hebû le suleymanî kełkî nîye...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  415 Dîtin

ḧacî eḧmed hebû le suleymanî, kełkî nîye, ta nełêyn ḧemeřeş, kes naynasê! em ḧacî eḧmede pyawêkî nexwêndewar û qisenesteq bû, qisekanî be danisqe eşyan. yekê le qisekanî eweye: eyhêna be baweřî xoy pyawîle zimanî kurdîda gelêcar pyaw, jinîş egrêtewe, em wişeye beranber be însane. ekird be çwar beşewe; eyut: heye pyawî kuřî pyawe, heye pyawî kuřî sege, heye segî kuřî pyawe, heye segî kuřî sege!