le kořêkî bezmî tacraneda ke serxoşanî badey

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  543 Dîtin

le kořêkî bezmî tacraneda ke serxoşanî badey şerab, dinyayekî tiryan dirust kirdibû, şerabî eruẍewanî û kuřî nexçewanî û diłî diłdaranî ehênaye semay suleymanî! newnehałêkî baẍî cwanîy be desřokî awrîşmî go eçû; mizraḧamêz exlayewe, diłî diłdaran ekulayewe. yekêk le kořekeda dyar bû, meylî ne le şerab bû ne le berebab bû, bełkû çawî lew simtexře bû, hoşî lelay ew xirte bû! kuřeke hestî kird û layekî bo kirdewe, witî:

çawit nebê lem kune wa dêt û desuřê
aşêke, be xwênî diłî seyyade geřanî!