mela biraymî doławî boy gêřamewe witî sałêk...
mela biraymî doławî boy gêřamewe witî:
sałêk çûm bo ew germyane bo melayetî řemezan le xêłêkî terxanîda, be qisey şêx qadrî kiřbiçne bûm be melayan, řemezan be ser çû û cejin hat, le řojî ’erefeda xotan eyzanin hemûkes ekewête xoy bo ser û řîş taşîn û ciluberg gořîn. le dîwexanekey małî kwêxa řostema (ke dewarêkî gewre bû) xêł ko bowe, derwêş marfêk hebû û çeqo hesanekey hêna herkese ser û řîşî xoy exusand, ewîş boy etaşî.
xałe marfêkî tir hebû, sere hate sertaşînî ew, ewîş ser û řîşî xoy xusand û hat leber demî derwêş marfî sertaşa danîşt, derwêş marf serekey bo taşî û hate ser řîşî, witî: xałe marf řîşeket bitaşim ya qełemî kem? jinî ew xało marfeş lew dîw çîẍekewe bû, gwêy le qisekey derwêş marf bû, ta xało marf hate ser ewey qise bika, jinekey serî le çîẍekewe hênaye emdîw û witî: ewe to êjî çî? gûy tê ke giştî bitaşe, xo mamosa nîye qełemî ekey!