diktor ’îzzedîn mistefa boy gêřamewe witî mela

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  641 Dîtin

diktor ’îzzedîn mistefa boy gêřamewe witî:

mela ’elî ḧacî eḧmede lał hebû le suleymanî, dirawsêy ême bû, kewtibuwe sałewe xoy eygeyande newed. bîstibûy eger yekêk dwa ayetî suretî «tewbe» bixiwênêt, ew řojey ke xwêndûyetî namrêt! ca nekû řojêk le bîrî biçêtewe, her le beyanîyewe ta şewê ke enûst, her le danîştina û le her basêk wişt kiřînêkî bibwaye, ayetekey û qisekey be yekewe piçřipiçiř tewaw ekird! zor car nîweřwan ke eçowe bo małewe, jinekey le małewe ne’ebû ya le małî êmewe ya le małî dirawsêyekî tir ebû, bem core ayetekey exwênd:

«liqid ca’kimErebî» ew segbabe «risul» bem nîweřoye «min anfiskimErebî» le kwêye? «’izîz ’ilye» axir nałê «ma ’intimErebî» em pyawey min «ḧirîs ’ilîkimErebî» mandû wibirsîye û «balimؤminînErebî», axir xełkîne «ri’uf riḧîmErebî» pêm nałên cemîle le kwêye?!