mela ewřeḧmanêkî seqzî hebû witî lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  588 Dîtin

mela ewřeḧmanêkî seqzî hebû, witî:

lew deştî semgawe le tenîşt diroznewe, xêłêkî caf xistibûy, çûme ewê, seyrim kird şîn û şepoře; pyawêk le xêłekeda, «’ezey qadir» yan pê ewt. nexoş kewtibû le gyanełłada bû, hemû xêłeke bedaxewe bûn boy, jinanîş kořyan bestibû be seryewe egryan, her yek be corê basî çakey ’ezeyan ekird, ’eze xuşkêkî hebû fatey naw bû, fate zor be kuł egrya bo birakey, jinekanî tirîş her diłyan edayewe û eyanut xwa řeḧmî zore îşełła şîfay bo dêt û lem nexoşîye heł’estêtewe. fateş witî: xizmîne! min xom qîrusya, eḧey mêrdim, lew řojewe em birame nexoş kewtige, wekû kerê caşkî topîwê her lûşkelûşkyesî, we şew û we řoj aramî nîye, wekû pargênî dway dewaraw we çawya tête xwar, desa xwaye leber diłî ew mêrdem, řeḧmê wem birame bikeyt û lem gilarawe bixełsê!