şêx mistefay şêx necîbî qeredaẍî û şêx ’elî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  773 Dîtin

şêx mistefay şêx necîbî qeredaẍî û şêx ’elîy qeredaẍî hebûn, herdûkyan xizmî yek bûn, şêx ’elî le suleymanî qazî bû û şêx mistefa le qeredaẍ bû. herdûkyan řêgay nekirdinyan girtibû, şêx mistefa ewey xwa ḧezî pê nekirdaye, ney’ekird. şêx ’elîyş ewey xwa ḧezî pê bikirdaye ew ewey ne’ekird!

şêx ’elî nexoş ekewê, şêx mistefa le qeredaẍewe dêt bo çawpêkewtin û dîdenî, le lay ebê ta paş ’esir, lewane ebê nwêjekey ’esir biřwa, heł’estê cubekey řa’exa ta nwêjekey bika, şêx ’elî lêy epirsê ewe çî ekey? ełê: nwêj ekem. ełê: nwêjî çî ya şêx! tikat lê ekem em «bid’ete» le małekey min damemezrêne!