’ełî kiłaşî hebû lew şarezûre kuřêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  742 Dîtin

«’ełî kiłaşî» hebû lew şarezûre, kuřêkî hebû ’ewlî naw bû, çûbuwe derewe bo xwêndinî feqyetî, ca ’elî kiłaşî bawkî, hemû paş nwêjêk do’ay bo ekird, eyut: xwaye! agat le ’ewlî kuřim wê, eger naynasî, kułepałêkî leberaye, takê le kiłaşekanî, benekey pisyage, aẍabanûyekî borkarî bestige we seryewe, le sulêymanî le mizgewtî şêx selam exwênê, ḧucrekeyan wa welay řastî mizgewtekewe, nanî feqêkan gişt we destî ewe, ta ew neyejê, kesyan řayeyan nakewê nan bixon!