fera mîrza ḧakmî sine ebê pyawêk hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  724 Dîtin

fera mîrza ḧakmî «sine» ebê, pyawêk hebû nawî «ewłê» bû, eçête lay û pêy ełê: le xanedanî xanedangel, le şanşînî şazadegel, çilçiray çilçiragel, hawzaway mişîrgel, toskey emîrgel, serdanîştigî cêgegel, fera mîrzay fera mîrzagel... zemangel piştî tê kirdigîn, ne małgel ma, ne mindałgel, le dway ewe ke no xawen tełaq le baxçemana bû, îse firmanman keftige be kerêkî xweyşêkî nîreker, pam nyage be cergî xoma, wam çaw pê keftige le xewma, darûy derdim lay êwegel, dermanî eken bew kere şele!

fera mîrza ke gwêy leme ebê be layewe seyr ebê. destî naçête kîsey xoy, mîraxuřekey xoy bang eka pêy ełê: biço le bazař bizane her kese ke keçełe, «hewasîhewasî: çwar şayîy êranî buwe, esłekey ’ebasîye. parey serdemî şa ’ebasî gewre buwe, pareke xoy nemabû nawekey mabû ke dû sennarî û ya çwar şayî bû, bîst şayîş qiřanêk bû.»yekî lê bisêne, her kese «cemşîr»y nawe, «hewasî»yekî lê bisêne, her kese zûřnajene, «hewasî»yekî lê bisêne, (hewasî: çwar şayîy êranî bû, esłekey «’ebasî»ye, parey serdemî şa ’ebasî gewre buwe, pareke xoy nemabû û nawekey mabû, ke dû «sennarî» û ya çwar «şayî» bû, bîst «şay qiřanêk bû.) hemûy bide bem pyawe ba bîda be kerêk bo xoy.

mîraxuř eçête bazař, zor egeřê kesî way dest nakewê, le axra kabrayekî berçaw ekewê, be serupêçekeya boy der’ekewê ke eme keçełe! yexey kabra egrê û ełê: bêne hewasîyek. kabra serî suř emênê, ełê hewasî çî?! ełê: be emrî fera mîrza her kes keçeł bê, ebê hewasîyekî bida. ełê: min keçeł nîm û xoy řa’epsikênê, mîraxuř pelamarî eda û destî be serî ekewê, serupêçkekey dê bedestyewe, serêkî sûr wekû çewender der’ekewê! emca kabra be tewawî tûře ebê û ełê: kuře min cemşêrim, cemşêr, eger netzanîwe bizane, to çon etwanî hewasî le min bistênî?! mîraxuř ełê: ay, cemşêrî?! kewate bêne dû hewasî! kabra îman le serya namênê ełê: kuře! çaw bikenewe min zûřnajenim, her êsta bem zûřnaye ḧeya û abřûtan ebem lem şare! we dest eba zûřnayek lejêr kewa û berpiştênekeya ebê derîdênê eyewê bîba bo demî û fûy pya bika, mîraxuř eygirê û pêy ełê: ay zûřnajenîşî?! ke wate bêne sê hewasî!

bem core mîraxuř sê hewasîy peyda kird û birdyewe bo fera mîrza, êtir nazanim day be «ewłê» yan ne, ewe le ’îlmî xwadaye!