meḧemmedî melakerîm gêřayewe witî carêk şêx...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  888 Dîtin

meḧemmedî melakerîm gêřayewe witî:

carêk şêx se’îdî mesoyî eçête pênciwên û eçête çaxaneyek, řadyo taze kewtibuwe pênciwênewe, lew kateda řadyo «qur’an» exwênê û ke tewawî eka ełê: «sedeqe allihu al’ezîmErebî», xełkeke hemû heł’estinewe ser pê, hestanî ewan û çûne jûrewey şêx se’îd yek egrê, em wa tê’ega ke; ewane leber em hestawin, be herdû dest îşare eka û be zimanîş ełê: řeḧmettan lê bê her kes le şwênî xoy danîşêtewe, zeḧmet mekêşin!