kabrayekî banî xêłanî çûbû bo ḧec û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  651 Dîtin

kabrayekî «banî xêłanî»y, çûbû bo ḧec û lew lawe çûbû bo «medîne» bo zyaretî pêẍember. ḧacî mistefa paşa eyut: kabra řûy kirdibuwe merqedeke û eyut: hey xałe ḧemey şêxewła! bêm wedewrta, ezanî lew wextewe ke koçî xêrit kirdige, çi ’ezyetêkî ew ḧeşamate edey! axir eme şwêne toy tya mirdigî? ba le cêgayekî wekû «bałanteran» çaw nyay we yeka û cêgayekî wat bidozyayetewe û serit tyaya binyayetewe!