mela sałḧêkî myaneyî hebû boy gêřamewe witî

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  969 Dîtin

mela sałḧêkî myaneyî hebû boy gêřamewe witî: sałêkî zû bo melayetîy řemezan çûm bo naw caf, lew germyane bûm be melay xêłêkî terxanî û le małî kwêxa simaylî ’ezey şerîfda bûm. be şew xełkeke lewê ko ebûnewe, minîş ḧedîsim bo exwêndewe, şewêk danîştibûyn, pyawêk le xêłekeda hebû, marfî semênyan pi’ ewt, lepaş ḧedîseke em qiseyey gêřayewe witî:

ewa nexoşim lejêr dewarekey xomana kewtigim, xizim û ’eşîret giştyan lêm ko bûgnesewe. minîş le ḧałî xomam, firey pê neçû, tewezelêkim berçaw kewt, fire tirsyam, witim bwê û newê eme izřayle û cubřa’îl destî girtige hawirdigye bo lay min! be xwa! her ke wamzanî nemkirde namerdî tekanim da we xom û hełsyamewe bêdengî xomim barîk kirdewe û wetenîştî mece û pîzey mîmkezagma, wedzîyewe, le goşeyekî dewarekewe hatme derewey dewarekewe û hatme derewe, ewendem zanî bû we qîjwaj lejêr dewarekewe, tumes eme îzřayîl ke minî dest nekewt, xoy pilkanduwe we řemezanî ḧesenî yar weysewe, řemezanîş her fire qewîwqił bû, xoy řiman we milya, herçend ciřey kir û fiřey kird û demî nuqand, axrî gyanî le qingyewe derhawird! minîş lewlawe derçûm û wekû pyaw tiřî izra’îlim wiřî!

îtir xêł kewtine şîn û şepor û we xeyałî xoyan bo min egryan, minîş kirdim we dewra witim: ’eşîret ewa min magim û tiřî izra’îlim wiřîge, nazanim ew řemezane bê feře gûy toy lê newarê bo çî xoy da wedestewe? xo her bahurêkî, çwarî wekû minî ewřyewe!