kabrayekî xoşnaw kerêkî hebû lêy win bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  310 Dîtin

kabrayekî xoşnaw kerêkî hebû lêy win bûbû gelê be şwênya geřa neydozyewe. emca le pał berdêka destî kird be hełperîn û be demîşyewe goranî witin. yek dû kes lewane ke ew lêy pirsîbûn bo kerekey, hatin be serya û lêyan pirsî eme çîye? yekî kerî lê win bibê wa eka? witî: «xarîne! engo nayzanin. min wa dekem lo ewey kerekêkim le bine taşêka be çawe xo bibînê ke min çi be tengyewe nîme, emca lo xoy bêtewe lu marê».