kabrayek lew ber kêwe fêr bibû řawe çole...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  380 Dîtin

kabrayek lew ber kêwe fêr bibû řawe çolekey ekird. her çolekeyekî ke egirt serî heł’ekend û eyxiste sebetekeyewe ta piř ebû û eyhênayewe û eyanxiward, sał dwanze mangey xwa eme îşî bû. řojêk hat be serya witî: ba biçim pirsî mela bikem bizanim emey ke min serî em çolekane heł’ekenim ḧałałe ya ḧerame? melayek le gundekeyana hebû çû sebeteye çolekey bo birde małewe û xwêşî çû bo mizgewt û pêy wit: mamosta min îşim eweye řaweçoleke ekem û zortir bewe ejîm, bełam serî nabiřim her milî heł’ekenim aya eme ḧełałe ya ḧerame?

mamosta witî: bawkim şitî wa ḧerame, çon ebê milî hełkêşî? ebê serî biřî. paşan kabra witî: de sa be xwa mamosta sebeteyekîşim bo êwe birde małewe botan. mamosta tozê řama û paşan witî: a to deng! lew wexteda ke seryan heł’ekenî ełên «cirî wirî», ya «wirî cirî?» mebestî ewe bû kabra her kamyan biłê ḧełałe. witî: bexwa mamosta ełên: «cirî wirî» witî ke wate ḧełałe.