tamûraẍa hebû pyawêkî dewłemendî be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  656 Dîtin

«tamûraẍa» hebû pyawêkî dewłemendî be destełat û xawenî meř û şwankare bû. le hewlêr da’enîşt, tûşî nexoşyekî giran bûbû, gelî wiłatan geřabû diktorekan her eweyan bo derkewtibû ke eme řîxołey pêçî xwarduwe. le ber eweş ke ’umrî serkewtuwe taqetî ewey nemawey ke ’emelyat bikirê. duktorî mûsił û beẍda û şam her le ser eme bûn bełku hî lendenîş leber eme tamuraẍa řojbe řoj her le kutî edaw her bere û pîrî mirdin eçû, îtir destyan lêşt û çaweřêy eweyan ekird ha êste, ha se’atêkî tir bimrê.

em lem ḧałeteda bû, şwankarey hebû, řojêk yekê lew şwankarane (ke nawî misto bû) hatbû řonî hênabû. seyrî kird małî tamûraẍa le şîn û şepordan. epirsê eme çîye? ełên: tamûraẍa le ḧałî xoyayetî û hemû duktorekan witûyane řîxołey pêçî xwarduwe û le ber ’umir gewreyîşî natwanin destî lê den. ełê: a bimben ḧez ekem minîş çawim pê bikewê. eyben ewîş seyrî eka le paş ewe dest enê be sikî temuraẍada. ełê: bełê řaste řîxołey pêçî xwarduwe, bełam min êsta çakî ekemewe, be mercêk herir şitêk ełêm bom bênin û qiseş neken. ełên: başe. ełê: sê hełmatî şûşe û qutûyek řonî zeytim bo bênin, her êsteş gunkêkî hewîr le ser sac biken be kulêreyekî germ û bom ḧazir ken. hełmatekan û qutuwe řon zeytekey bo dênin. tamûraẍaş hîç hêzî tya nemawe û tenanet qiseşî nemawe.

kabra demî tamûraẍa ekatewe, yeke yeke hełmatekan exate geřûy, be pence eyxate xwarewe. řon zeytekey eka be şwênya. kesukarî tamûraẍa eyanewê destî bigirin, ełên: ew lew ḧałedaye to be tewawî xinkandinit. ełê: min nemut nabê qise biken. hendêkî tir le kesukarekey ełên: xo ew mirduwe, waz lem pyawe şwane bênin eger çak buwewe ewa çak buwetewe; egîna xo ew her mirduwe.

kabray şwane her ke hełmat û řon zeyteke awa lê eka, ełê: xêra kulêre germekeşim bo bênin. kulêrey le ser sac bo la’eben û boy dênin. kulêrey germî sûr enête ser sikî tamûraẍa û besersikya eygêř; ewendey egêřê ta kulêre wirde wirde sard ebêtewe. ewîş her bedest destî pya dênê, seyr eken tamûraẍa çaw ekatewe zorî pê naçî keme keme zimanî go eka û ełê: bimbene ser awdest. kuř û xizim û kesukar le xoşya wexte peř derken. hełî’egirin û eybene ser awdest. şwanekeş le gełî eçê. tamûraẍa da’enîşê û paş hełsanî şwaneke lenaw pîsayyekey hełmatekan heł’egrêtewe, wa xizmekanîşê hemû çawyan lêye, tamûraẍa emca bepêy xoy egeřêtewe bo ser cêgay xoy.

le paş tozê daway nan eka ełê: birsîme. şwan ełê: şorbayekî teřî bobken, şipirbay edenê eyxiwa, dîsan dawa ekatewe, şwane ełê şorbay bidenê. lew maweyeda carêkîkeş eçête ser awdest. şwane dû řoj lewê emênêtewe ta tamûraẍa be tewawî ekewête xwardin û ełê: hemû şitêkî îtir bidenê. le řastîda tamûraẍa betewawî saẍ ebêtewe û hîç ’elemî tya namênê.

emca le kabray şwane epirsin eme çîyew to çoy tê egey? ełê: min way ezanim eme řîxołey pêçî xwarduwe ebê şitêkî safî qûrs hebê bew şwêneda û benaw řîxołekeda biřwaw bo ewe pał be şwêne pêç xwarduweke binê, ew şiteş be ’eqłî min her hełmatî şûşebê; çunke her ew saq û qûrse. řon zeytekeş bo eweye legeł hełmatekeda biřwaw naw řîxołeke lûstir bika û řêga bikatewe bo řoyştinî hełmateke. kulêre germekeş bo eweye ke germayî biga be řon zeyteke newestî; çunke řon zeyt be germayî zyatir ekewête cûłe. e, ame jer ele îşî xoyan kird, heta lewlawe ewe bû hełmatekan derçûnewe pêçî řîxołeke řast buwewe hate ser doxî xoy.

tamûraga ewa çak buwewe emca řûy kirde mistoy şwankare witî: herçî xêr û bêrî emsałî ew mêgele le meřey min heye sa hezar sere ya kemtire hemû boto, cige leme xełatêkî tiryan kird û geřayewe bo lay meř û mêgelî xoy.