le 1908da xot eyzanî împiratorîyetî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  480 Dîtin

le 1908da xot eyzanî împiratorîyetî ’usmanî le axir û oxrî pîrîda bû, ew řojey sułtan ’ibdulḧemîd way ewîst ke şêx se’îdî kuřî seyd miḧemedî kuřî kakeḧmed le wiłatî suleymanî binêrê bo estembuł; bełam destey berey kakeḧmed zor bû, ḧikumetî ew řoje her wa be sanayî pêy ne’ekira şêx se’îd binêrê bo estemoł.

řêkewtîş wabû her lew serdemaneda ḧikumetî suleymanî (ke ’ibdulḧemîd bû) nardibûy be şwên meḧmû paşay kuřî ḧemepaşay cafda. meḧmû paşa be nizîkey sêsed swarewe dêt bo suleymanî. em hatney em bem swaranewe way birdibuwe diłî xełkewe, ke gwaye bo ewe hatuwe yarmetî ḧukumet bida bo nardinî şêx se’îd bo estempił legeł eweşa wa nebû.

ḧukumet şêx se’îdî nard wişêx se’îd le mûsił kujraw deng wa biławbowe ke ḧukumet destî le kujranî şêx se’îda heye.

şêx meḧmûdî kuřî şêx se’îd (ke le geł bawkya ebê) le mûsił le paş kujranî bawkî, xoy egeyenête wiłatî suleymanî wekû şêrî birsî lê dê bo tułe sendinewey bawkî; çi le ḧikumet, çi lew kesane ke bûn behoy kujranî bawkî le şarî suleymanî û wiłatî suleymanîda. desteyekî zorî bo em amance pêkewe nawe.

dîsan lem wexteşa ḧukumet enêrêtewe be şwên meḧmû paşay cafa ke bêt bo suleymanî. meḧmû paşa be şeşsed ḧewsed swarî cafewe dêt bo suleymanî. kuře kuřey caf ke ezanin meḧmû paşa bo suleymanî eçê û lew serdemaneşa lût û pûtî ḧikumet legeł meḧmûpaşada tozê baş nîye û le layekî tirîşewe şêx meḧmûdîş lewêye û şêx meḧmûdîş be qisey xełk wa çote diłyewe ke carî pêşû eger meḧmû paşa nehataye bo suleymanî. şêx seyd bawkî ne’enêrra bo estimoł û le mûsił bikujrê. leber eme le kuştinî şêx se’îda meḧmû paşa hawbeşe; ke wate ebê tołey lê bikatewe.

em dû dengubase le naw şoře swarî destey meḧmû paşada biławbuwewe. em desteye heta le suleymanî nizîktir ebûnewe jimareyan kemtir ebuwewe. le her qonaẍêka beşêkan xoyan edzyewe ta geyştine naw şarî suleymanî le şeşsed ḧewsed şore swarî caf, mayewe şest kes. ewaneş le piştimałey meḧmû paşa xoy bûn.

meḧmû paşa bem «şest» swarewe dête naw şarî suleymanî û eçête małî «ewřeḧmanaẍa». le paş ḧesanewe be xoy û be pyawekanyewe eçê bo «sera» ke ew serdeme le şwênî dibuweke bû.

lew lawe şêx meḧmû. ke ebyet wa le meḧmûpaşa hatûte silêman û memḧimûpaşaş gya destî le kuştinî şêx se’îda hebuwe, be xoy û be leşkirêkî kokekewe řû ekate naw şar bo kuştinî meḧmû paşa. lew wexteda ke meḧmû paşa eçê bo sera dyare ezanin çon karesatêk ebê, pyawekanî xoy hemû fîşek exene ber tifeng egirin be destewe û dest exenił ser têske, meḧmû paşa exene naweřastî xoyan û bew corepolîs ke meḧmû xidrî kuřî xile peze ebê, pyawekanîşî hemû le derewe řa’ewestin, meḧmû paşa û meḧmû xidir pêkewe dû be dû le jûrêka emênnewe. lew lawe şêx meḧmû ke ebyet wa meḧmû paşa çote serawe ekewête ser ewe ke pelamarî sera bida û sera bigrêt. be hełdawan em xebere dênin bo meḧmû xidrî mudîrî polîs. meḧmû xidir layenî me’muryetî lebîr eçêtewe û demarî ’eşretî eybizwênê, ełê: «’eşret piştî ’eşret nada be zewîda. adey polîs». ferman ekate ser polîs ke biçin ser serake bigirin. mefrezî polîs be tifengewe hemû kelên û qujbinî serbanî sera egirin û pyawekanî meḧmû paşaş dewruberî derkî serakî etenin û sera qaym ebêt.

lem wexteda řîş sipyanî suleymanî be qur’anêkewe eçin ser řê be şêx meḧmû egirin û ełên bîke be xatrî em qur’ane bigeřêwe. sera qaym kirawe û le hîç û puç ebê xwên leş biba, mebe be hoy řijanî xwênî bê gunaḧan û ba suleymanî têk neçê. şêx meḧmû ke be qur’anewe eçin be pîryewe. leber qur’aneke egeřêtewe û waz le fîkirekey xoy dênê.

lemlawe «ke qise lêredaye» le coşî em şiłejaneda ke wa meḧmû paşa û meḧmû xidir pêkewł dûbedû le jûrekeda danîştûn, meḧmû xidir řû ekate meḧmû paşa û pêy ełê: erê meḧmû paşa ew wexte ke ḧeme paşay bawkityan kuşt ’umirit çend bû? mebestî meḧmû ewe bû ke bem qiseye eyewê tanûtêk le meḧmû paşa bida û diłî birîndar bika. meḧmû paşa ełê: cenabî meḧmû xidir lew wexteda ke ḧeme paşay bawkim kujra ’umirim 32 sał bû; bełam lem wexteda ke her ḧeme paşay bawkim xile pezey bawkitî kuşt ’umirim bîst sał bû.

meḧmû xidir îtir nayete zan û paş geřanewey leşkirî şêx ke naw şar tozê aram ebêtewe, meḧmû paşa heł’estê û dêtewe bo małî ewřeḧmanaẍa.