karesatî dewran zor seyre boye qise qise...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  726 Dîtin

karesatî dewran zor seyre. boye qise, qisey lê ebêtewe.

«xile peze»y hemewen pyawêkî dyar û bedîmenî hemû wiłatik bû; lew serdemeda le «meydan» û «horên şêxan» da’enîşt. dinyay tema’ beynî ew û ḧemey paşay cafî têkdabû.

řujêk xilepeze le beynî kuře kuřey hemewena da’enîşê û ełê: ebê ew ḧeme paşay cafe bigirim û bîhênim serî bibiřim, ew ser û keleye be řîşe zilekeyewe hełwasim be jêr sikî maynekema.

em qiseyey xilepeze hewar epeřê ta egate kwêstanî «bis» û «mewlanawa» le wiłatî bane ke şwên hewarî ḧeme paşa ebê qiseke egatewe be ḧeme paşa, ḧeme paşaş ełê: her weha adey caf be çwarsed swarî cafewe awzengî teqên, hewarî ew sałey melanawa le xoy ḧeram eka û dêt bo wiłatî «meydan». leber beyanî şewêkî tarîka eda beser berî xile pezeda, çarenûs le çarey xile pezey nawdarî hemewendî nûsîbû ke bikewête dest ḧeme paşay caf.

ḧeme paşa eygirê û serî ebřê. carî leşekey dênê hełî’edřê û piřî eka le barut û pêkyewe enusênêtewe û agirî pêwe enê, barût eteqêtewe her piřzołe goştêkî eba be layekda. serekeşî dênê hełî’awsê be jêr sikî espekeya û bew core berudwa egeřêtewe bo hewargey kwêstanî mewlanawa û ełê: xilepeze awa serî min heławesî be jêr sikî mayneketa?