le fêłî deroze sałî 1929 bû řêm kewte...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  637 Dîtin

le fêłî deroze:

sałî 1929 bû řêm kewte şarî «bane», dinya paş ’esir û demedemî êware bû. le gořepanî zîndewerekana xełkêkî zor řawestabûn be dewre, zorî xełkeke serincî řakêşam çûm. ke çûm seyr ekem le naweřastî xełekeda derwêşêkî kelhuř çarokeyekî sipî řaxsituwe, sinduqêkî be endazey hezar pêşeyekî le tenîştewe danawe xoyşî řawestaw., serî sindûqeke dadrawete, dest bo sindûqeke řa’ekîşê û be zimanêkî paraw ke girî nayete berî ełê: «xełkîne! ezanin em sinûqe çî têdaye? em sindûqe ejdehayekî têdaye şaxî derkirduwe, tûkî beser zewîda ekşê, çawekanî birîskeyan dê, leşî le hezar řeng edrewşêtewe, gułêkî pêruyî le asman şîntir, gułêkî sewze le qersîlî behar sewztir, gułêkî sûre le gułebaxî padşahan sûrtir, gułêkî zerde le karebay yemanî zerditir. ewî neybînê le dinyada hîçî nedîwe. ewî bîbînê hemû dinyay dîwe. nawbangî em mare ke ejdehaye geyştote çîn û japon, geyştote wiłatî ełman û firengistan. pare daxene ser em çarokeye, çawtan bikewê bem muczeye».

kabraş her zyad eka û deqîqe be deqîqe tamezroy ewen ke çawyan pêbkewê, wekû baranî behar pare’ebarê beser çarokeda ewîş her care be qisekanî zyatir hanî xełkeke eda bo em çawpêkewtine. carcarîş seyrêkî parey naw çaroke eka ełê hêşta mawye biga be qîmetî çaw pêkewtî ew ejdehaye. ew ’alemeş her wexte řoḧyan derçî. heta dêt her xełkî tirîşyan pêwe enûsî; çunle le mawey ew se’ateda le hemû şarekeda dengî dayewe ke şitêkî wa hatuwe, berebere ehatin bo çawpêkewtinî.

kabrawî derwêş emca kewtî jimardinî pare û eyut: ewende timen, we ya ewende qeranî mawe biga bew endazeye ke min eyłêm. xełkekeş ewende be tase bûn hî wa hebû dû car û sê care parey fiřê’eda bo ewe lew tamezroye řizgarî bibê û çawî be ejdeha bikewê. qisekanî kabraş ewende karîger û mêşkî xełkekey becorê şiłejand bû yekê nebû bîr lewe bikatewe ke ejdehayekî wa çon lew sinûqêkî wa biçûka cêgay ebêtewe.

kabra bemcore qisane her hanî xełkî eda heta dinya bû be paş nwêjî şîwan û tozê tarîkayî dahat. xełkekeş ewende weřez bûn hî wabû ecuła bo ewe biçê pelamarî bida bełam hîtir destî egirt.

kabra ke zanî betewawî destî xoy weşand û dinya tarîk bû, we lewaneşe eger zyatir bikêşê lêdan exwa, hênay çarokekey kokirdewe. tûrekeyey derkird hemû parekey řijande nawyewe, lûlîda wixistye baxełyewe, çarokekey best beserya. her dû çakî lê belada kird, sindûqekey hênaye pêşewe. destî kird be «yahû, manhew, pîrî hemedan û sułtan êsḧaq, şay mewlanawa û şaswarî maydeşt, kiław zîřînî kirmaşan û tacdarî xorasan, gumezî pendeharu mezargay buxara, hû meded ya ’elî!»

emaney wit û destî bird serî sindûqî lada tûle suce marêkî derkird û girtî bedestîyewe. xełkeke ke emeyan dî, hî xwên germyan tya hebû pelamaryan da, hî tirîş hebû eyut wazî lê bênin em baweḧîze. kabraş sindûqekey xêra daye bin hengiłî û tûle marekey girt be destyewe, pêyekî hebû çwarî tirî bo qerz kird, diřnî da be xełkeke. dinyaş be tewawî tarîk bû, boy derçû û xoy derbaz kird û kes neyzanî bo kwê çû.