şêx baba ’elî tekyeyî řojêk le ḧucrey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1062 Dîtin

şêx baba ’elî tekyeyî řojêk le ḧucrey feqêyekana da’enîşê û dergake le ser xo pêwe eda, feqêyekî suxte lew wexteda le derewe dêt û be pence teqe eda le qapyeke, îtir nazanê babe’elî le jûreweye, baba ’elî ełê: ewe kêye? ełê: ana, baba ’ilîErebî ełê: ey le qingî ana berim ena çîye û kêye? feqê le goşey qapyekeyewe seyr eka eme baba ’elye tif û îtir boy der eçê û awiř nadatewe le paşa be baba ’elî ełên axir qurban eme bo xot xirap bû ełê: wanîye «ana»m kird be naw bo ew.