kabrayekî kurdî şarî sałêk eçête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  774 Dîtin

kabrayekî kurdî şarî, sałêk eçête zubeyr, kuřêkî cwan berçaw ekewê, bełam kuřeke çawêkî kwêr ebê, tema’ ekate kuřeke û nazanê çon hełî bixełetênê. řojê le ḧemama kuřekey ber çaw ekewê, emîş çawêkî xoy enuqênê û eçê be lay kuřekewe ełê: bîstûme herkes yek çawî nebê û xełkî bikêşî beser xoya çawekey çak ebêtewe kuře le gełya eçête suçêkewe swarî kabra ebê nizîk ebê têy bixa û têy nexa kabra çawekey berz ekatewe û ełê: ay çak bowe. kuřekey seyr eka řaste herdû çawî saẍe. zorî pê xoş ebê ełê: ke wate toş were swarî min be, ba çawekey minîş çak bibêtewe. kabra be arezûy xoy eka û swarî ebê û hîç dirêẍî lê naka. kuře destî kird be hawar hawar û witî: segbab derî bêne nizîke wa çawekey tirîşim kwêr bibê.