şêx miḧemedî berzincî carêk le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  679 Dîtin

şêx miḧemedî berzincî carêk le suleymanî le mizgewtî gewre we’zî eda, şêx meḧmûd û sey nûrî û ’alemêkî zorî lê bû, we’zeke ew řojey le babet xirapî ’ereqxiwardinewewe bû, witî: ew ’aleme çend bê ’eqiłn? bo keyf û xoşî nîw se’at eçin de qiřan edořênin eyden be qapê ’ereq quzełqurtî eken. ’izetî fate le kořekeda bû her kitupiř hesta û witî: de sa şêx bew merqedî kake ḧemede eger wabê çwar qiřanyan xeletandûy, qapê ’ereqî zor çak be řupye û nîwêke şêx meḧmûd ewan hemû dest eken be pêkenîn.