şewêk diz eçête małî fayeq bêkes le hełe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  723 Dîtin

şewêk diz eçête małî fayeq bêkes le hełebce, dize her çend egeřa le kaẍeze şiře bewlawe hîçî tirî ber pel nakewê, dize her le ber xoyewe bołey dê. fayeqîş bexeber ebê hîç deng naka le axra qaqa des eka be pêkenîn. dize řa’eçenê û îş le îş etrazê naçar ełê: mirdût mirê be ḧał û bałî małe cwaneket pê’ekenî? be çî pê’ekenî? fayeqîş ełî: mirdûy xot mirê, min be ’eqłî to pê’ekenim ewî ke min be řojî řûnak natwanim peyday kem to etewê be şewî tarîk bîdozîtewe? biřo be řêy xotewe. paşan lêk aşkira ebin û ebin be dost.