le miftî zehawî egêřnewe ełên carêk le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  950 Dîtin

le miftî zehawî egêřnewe ełên carêk le beẍda yekêk çuwe lêy pirsîwe, bełam le řastîda wîstuyetî bîşkênê. witûye: cenabî miftî carê segêkim çaw pêkewt peřye ser meřêk meřeke girtî û paşan meře za, ewî lew meře buwe aya ḧełałe ya ḧerame? miftî witî: etwanî be xwardinî taqî bikeytewe, eger goştî xward ewe sege û eger gyay xward ewe meře. kabra witî: goştîş exwa û gyaş exwa. miftî witî: be aw xwardine ya taqî bikewe, eger be ziman awî exwardewe, sege, eger be lêw hełî elûşî meře. kabra witî: hendê car be ziman û hendê car be lêw aw exwatewe. miftî witî: be řoyîştinya taqî bikewe, eger le pêş ya le naweřastî řanekewe eřoyşit meře, eger le dwaşewe eřoyşit sege, kabra witî: wa heye le pêşîşewe eřwa û le dwaşewe eřwa, miftî witî: be danîştinya taqî bikewe. eger le ser sing ekewê meře, eger çing eka sege, kabra witî: be herdû bara da’enîşê. miftî witî: ke wate serî biře eger wirg - gedey hebû meře, eger řîxołey hebû sege.