lew kwêstanî ser sinûrî turkyaye le gund...
lew kwêstanî ser sinûrî turkyaye le gundî «bavu» pyawêkî zor zor le xwatirsî benexwên pak hebû, be nawî «pîran» ewe nawî derkirdibû, jinêkî hebû «xecê»y naw bû, em pîrane lew řojewe biloqî bûbû terkî dinyay kirdibû. le eşkewtêkî dûr le gundekewe xerîkî xwanasî û nwêj û řojû û zîkir û fîkir bû, be hîç çor tuxnî awedanî ne’ekewt. be tewawî dûr le bêgane û nizîk le yegane bû, xecê car car nanêkî bo ebird, bew nane qinyatî ekird, nizîkbûnewey le xwa betewawî têrî kirdibû le dinya, bem core çil sałî řebeq xerîkî ’ibadet û xwanasî bû, temenî cwanî xecêy jinî le beharî gencîyewe kewte xezanî pîrî. dan kel û çaw kiz û gwêy her dûkyan giran bû, bełam «pîran» le me’newyatî pîran beşêkî wergirt û be tewawî cêgay xoy be hoy dûrbûnewey le dinya le kořî xwanasana text kird.
şewêk le nîweşewa lew wexteda ke mał bê eẍyare û dost xeberdare, lew wexteda ke diłî xwanasan perdey tarîkî leser heł’egîrê, bew řûnakîyewe řû ekate nûrî xwa, dengêkî le pişt perdey nihênîyewe hate gwêy: ey pîran! leber ewey ke to eme çil sałe le zîkir û fîkirî xwa dayt û betewawî piştit le dinya kirduwe û řût le xwa, le padaşî em ’ibadetî çil sałyetda xwa sê nyazit lê qebûł eka, ca xot serpişk be, sê şit dawa bike xwa be hanatewe dêt, her sê şiteket bo bedî dênê.
pîran le bîstinî em denge tasêk birdîyewe û herwa serî sûřma û herwa kewte deryay xeyałewe. witî eme ebê dengî şeytan bê û byewê le xiştem berê. bem core mayewe ta kewte şewî dwayî, dîsan le heman kata heman deng be çeşnî qise hatewe qisekirdin û ewî dwênê şewî pê witewe. pîran ewendî tir kewte sersamîyewe û pejare be tewawî daygirt, ney’ezanî çon lem gêjawe xoy derbaz ka. herwa etlayewe ta kewtewe şewî sêyem û katekey şewan, dîsan dengekey hatewe ber gwê û witî pîran her em şewet mawe, ewî daway ekey bîke, daway nakey beser eçê.
ke řoj buwewe xecêy xêzanî leser caran hendê nwêrduwe nanî bo hêna û hatewe bo lay, seyrî kird ke pîranî mêrdî be tewawî řengî hełbizirkawe û hîç řeng le řûya nemawe, pirsî pyaweke bo çi wat lê hatuwe? pyawe hîç deng naka. zor serî xiste serî, le encama witî xecê waz bêne, şeytan eyewê le xiştem berê. witî eyeřo çon? to pyawî xway, şeytan be to nawêrê. pîran destîkird be giryan û be henase hełkêşan, sozî derûnî egeyşte gerdûnî asman.
xecê witî pyaweke deng bike swêm buwewe. pîran witî afret dengî çî bikem? eme sê şewe nîdayekim ber gwê ekewê ełê to çil sałe goşegîrît kirduwe be pîşe û xwanasî ekeyt, êsta xwa le tołey parêzgarî em çil sałeda sê nyazit bo becê dênê, daway bike. eme cige lewe ke dengî şeytanî bê û byewê le xiştem berê hîçî tir nîye. xecê witî eyeřo pyaweke bo wa ełêy to pyawêkî dîndar û xwanas bûyt, eme çil sałe xotit dûr girtuwe le hemû nafermanîyek, xwa eger tołey yekêkî wekû to nedatewe tołey kê edatewe?
xecê bem qisane wirde wirde pîranî sard kirdewe û hênaye ser ewey ke ew denge nihênye dengêkî řasteqîney xwayye û dûre le şeytan û hîç le xiştebirdin nîye. emca pîran witî başe afret daway çî bikem? daway îman û ’aqbet xêrî bikem? daway ewladî çak û sałḧ bikem? daway mał û saman û payey dinyayî bikem? daway çî bikem?
xecê witî pyaweke yekem nyaz û dawat ewe bê ke xwa min genc bikatewe û bimbatewe tafî cwanî û řeng û řûxsar û cemalêkî wam bidatê lem dinyada wênem nebê. ew wexte min em çend sałe çendim xizmet kirdûy be guř ebmewe, ewendey tir û zyatir leweş xizmetit ekem, asayşî dîn û dinyat bo pêk dênim û le xêzanî «eyûb»y pêẍember çaktirit xizmey ekem û zyatir be hanatewe dêm.
pîran witî afret min û to taze temenman řabwarduwe, xoşî û naxoşî dinya her şitêk bûbêt beserman birduwe, min ke du’a ekem ba du’ay ewe bikem bikem xwa ewladî çak û sałḧiman bidatê, hem be kełkî eweman dê le dinyada ta mawîn be hanamanewe dên û be derdiman exon, ke mirdîşîn yekêk ebin lew şitaney ke pêẍember le bareyana witûye xêr û sedeqeyekî řewanin, qet dwayî nayen.
xecê witî pyawe ke min genc bûmewe ew ewladey ke to ełêyt ebêt be xêr û sedeqeyekî carî, eweş ebêt û minîş genc ebmewe û toyş ekewîte řeḧetî, be yek du’a sê şitî zor be kełkiman bo dête dî.
xecê bem core qisane û bem core amojgarîyane birdîye diłî pîranewe ke qisekey zor başe û beyek dawakirdin sê şitî zor gewreyan bo pêk dêt, bełam hêşta her be tewawî diłî ney’ehêna. witî afret em sê du’aye ke min eykem yekêkî bo ’aqîbetî xêrî û îmandarîman bêt. yekêkî bo ewladî çak û sałḧ bêt, yekêkîşî bo mał û saman yêt. ew wexte hem dînîşman ebêt hem dinyaş.
xecê witî pyaweke ewe to ełêy çî? sê nyazeke bo le şitêka exeyte kar, ke ew sê şite be yek du’a cêbecê bibê? ke min genc bûmewe ew wexte be sanayî etwanim xizmetî minałekan bikem, ew minałaney ke le min û le to bin, sałḧ û çak ebin, ke gewreş bûn îş û kar eken, le berhemî îş û karekey ewan dewłemend û xawen samanîş ebîn, behoy çake û sełaḧetekeşyanewe sedeqey carîşman bo dirust ebê. fermayşî pêẍember dête dî, ’aqbetman xêr û îmandarîş ebîn.
pîran qisekanî xecê be tewawî karî tê kird û biřyarî da ke yekem du’ay cwanbûnewey xecê û be awat geyştinî xecê bê. şewî dwayî le nîweşewda çuwe ser bermał, destî berz kirdewe û daway ewey kird le xwa ke xecêy xêzanî biçêtewe temenî gencî û cwanyekî başî bidatê.
nizay pîrî pîran le goşey řeşmałana cêgîr bû. beyanî ke hestan seyrî kird xecê ew xecêye nemawe, nask û nazdarêke, ne bixoyt û ne bikey her timaşay gerdinî bikey, dû çawî řeşmał, dû gonay piř ał, ser piř le qijî awełdamenî kał, le sing û beroka, le bejin û seroka, wêneyekî bê wêney em jêr asmanî şîne bû. ne zułeyxay mîsrî û ne şîrînî ermen, ne çaw be xumarî kurdistan û ne pelk sewzî dastan hîçyan ney’egeyştinê, ziman her ewende etwanê biłê wêneyek bû le nexşî kirdigar taze be taze kewte naw řojgarewe.
lew lawe ke xecê temaşay xoy kird, xoy bełendamêk hate berçaw le bazařî şoxîda, ne firîştey asman, ne perî kêwî qaf, kesyan nawêrin şan biden le şanî. gułî newnemamî beharan, pelke zêřîney êwaran nimûneyekin le kałay bałay wekû çetrî tawis. xoy biławkirdewe diłî bûjayewe, řûy geşayewe, xeraman xeraman beser naza nawî ekird, guł le řûmetya şewbo le boya serî şermezarî û řûy jakawyan danewand. xwa bîda away eda.
bemcore xecê kewte naw lalezarî cwanî û şoxî, wirde wirde nawbangî nask û nazdarî xoy bîstewe. be corêk bîstyewe ke xeramanî çînî le çaw ema kenîzekî zengîye. řojbeřoj zyatir ebû be nîşangay pencey sewdaseran, her ewende bo xecêş wekû tawsî lê hatbû, çon tawis seyrî çetrî kilkî xoy eka û fîz eygirê û egeşêtewe, ke seyrî qaçî eka fisî enîşêtewe, emîş ke seyrî cwanî û bîstinewey nawbangî xoy ekird ewendey tir geşke eygirt, bełam ke seyrî pîranî dan kelî çaw kizî ser lerzokî řîş kilûy befrî mêrdî ekird, serî ebirdewe be qułaxî xoya.
le encama wirde wirde pêy le pîranî mêrdî biřî û kemtir ehat be laya, ew xizmetey ke caran heybû boy, le batî ewey lêy zyad bika, her kemî ekirdewe. ew mał û mindałaney ke caran be tengyanewe bû, êsta çike çike berełay kirdin û xistinye pişt gwê, mał bê xawen û bê naz manewe, pîranî be naw mêrdî herçend qisey legeł ekird be lalûtewe cwabêkî edayewe. xecê ewî be diłya nehataye mał û mindał û pîranî mêrdî bû. sermestî dinyay aheng û cwanîy bû, le batî kuře lawêk hezarî wekû emîr erselanî řomî û cwamêrî hemewen û şemsam aẍay tergewřî leber dergaya ekewtin. kałay nawazey şaran benawî dyarîyewe be bar her wekû baran ebarî be serya. xecê ke caran be xwardinî nanî herzin û leberkirdinî kirasî cay hecîcî řay’ebward. êsta şekirî exward û be şîr destî eşord, awrîşmî leber ekird û pêławî zeřkiftî le pêy ekird, ne yadî pîranî le diła ma, ne nazî mindałan, pîran bê jin û mindał bê dayk û mał bê keybanû manewe, her çende pîran eyut afret tؤ çît wit û eme çîye? xecê wekû gwêzî bo bijmêrin wabû, katêk ahengî xoy be hîç ne’egořyewe.
pîran kewte amojgarîkirdinî û pêy wit afret řojanî řaburdût le bîr bê, afret řojan řojî le dwaye, bo minit bereła kird û minałit sergerdan kird. pirse le hozî ahî derwêşan, dinya leser yek la nasûřêtewe, bîr lew xwaye bikerewe ke to le çi řojêgarêka bûyt û be yek henase kewtîte çi řojêk, her ew xwaye ew desełatey heye bitbatewe doxekey caran, wazbêne û le kelî şeytan were xwarewe.
xecê witî: ey pîrî bêfeřî latî pekkewtûy le birsa mirdû, ’emrî xot û minałit nemênê, to çît û xotit be çî danawe? bew ser û sekutewe amojgarî min ekey. min êsta hezarêk leber dergakema kewtûn, segekenyan wekû to wane, to çi řayêkit heye xot be minewe bibestî? çawit bikerewe min kêm û to kêyt, to espê têy dawît, etewê xot beser minewe pak keytewe.
min to her nanasim û hîç peywendyekit legeł mina nebuwe, em fiłte fiłtet le çî, to key lew pyawane bûyt nazk û nazdarêkî wekû min çiłimit pya biswê, ya be peřoy pîs hełt bigrê. em nabecêyey êsta kirdit carêkî ke neykeytewe, egîna ełêm bew kesane ke leber dergakema kewtûn zînde be çałit ken. to řayey ewet nakewê min minałim le to bûbêt, mindałî çî û şitî çî? min gułêkim le baxî cwanîy em dinyayeda, biřo, biřo çît le dest dê dirêẍî meke. emey wit û le naw şepolî deryayekî gewreyîda lêyda řoyşit.
em qisane karî kirde diłî pîran, bełam ke bîrî řojanî pêşûy û bîrî lanewazî minałekanî ekirdewe, hone hon firmêsk ehat be çawya û her eyut lê bûrdin başe, eynardewe bo lay xecê, le caranî pêşû xiraptir cwabî edayewe, ke minałekanî enard bo lay eyut bełkû bezeyî pyayana bêtewe, ew minałî der’ekird û eyut êwe hîç minałî min nîn. be kurtî xecê le naw ahengî xoşguzeranî û řabwardinî şahaneda mest bûbû, ne pîranî be diła ehat, ne minałî xoy û pîran.
pîran îtir geyşte cergî, şewêk boy leser bermał danîşt û destî berz kirdewe, witî: xwaye nyazêkî tirim ke pêt heye eweye xecêy jinim bikeyt be dêłesegêkî řeşî cwar çaw. tîrî du’ay pîran le asmanewe tê peřî û gîrabû, xecê pêstî segî çwar çawî kira be bera û bû be dêłesegêk, ecûłêtewe û eşkêtewe seyr eka le pêstêkî tiraye, hawar eka le nûze û quřeyek bew lawe, hîçî tirî le dem nayete derewe. hoşî heye, bełam zimanî nîye, gyan heye bełam le pêstêkî tiraye, seyrî xoy eka aya eme xecêy xermanî çîne, ya dêłesegêkî çwar çawî maçîne? emey êste xewe û eybînê, ya ewey pêşûy xew buwe û řoyştuwe? etlêtewe û epłêtewe, eyewê qise bika qise nîye, her kes dê be layewe le batî çaw be xumarî kurdistan segêkî germyan ebînê. ełê çaw be xumar firîşteyek bû bałî girtewe êste le şwên ewa segêk cêy girtotewe.
berebere dewrî małe gewre çoł bû, aẍa û cûtyar kewtinewe geřanewe, her ke bo dyar. kenîzekekanî kareker řûyan kird û kewtine geř,le batî hênanî sînî şîr û şekir, bû be fiřêdanî letke nan û lulaqî ker. le batî baweşênî nazdaran bû be lûte şeqî řêbwaran, le batî dengî hay û hûy serxoşanî ’ewdałî dûy beşan, desřok bû be dengî adey çixe lew kisok. ew baregay awedane bû be kawle û wêrane. xecê nûzeyekî le zewî û yekêkî le asmane, herkes be laya eřwa em seyrî ew eka û ew seyrî em eka, em be çawî be bezeyyewe enuzênê, ew be çawî xeşmewe ebołênê. deng û basî serdemî em û pîran le naw xełka hebû, yekê eyut eme xway pîrane, yekê eyut eme dêłesegî gwê agirdane, ewî lêre bû firîşte bû îste le asmane, heta yekî girt qisey em hemuwane. gişt wityan: eme ah û nizûley şêxî pîrane, ey xecêy bedbextî axirşeř hîç çarit nîye ewe nebê pena berîte ber eşkewtekey pîran. xecê emaney hemû gwê lêye, bełam natwanê qise bika, le nûze bew lawe zimanî nageřê be şitêkî tir. her çende seyrîş eka kesêk nîye be dadya biga û tîmarî derdî karîgerî bika.
le encama hîç carê nema be tilawtil û be kilke leqê xoy geyande eşkewtekey pîran. pîran derkî eşkewtî lê pişkoł kird. xecêy dêłeseg bedewrî eşkewta egewzî û eynûzand û eyqořand, minałekanî lê kobûnewe, mindał seyrî ewyan ekird egryan, ew seyrî minałê ekird eynałand û eyqořand. mindał eçûne lay pîranî bawkyan, bawkyan le deryay xem û pejareda niqûm bûbû, ehatnewe lay daykyan le segêkî řeşî çwarçawî tepawtilker zyatir hîçyan berçaw ne’ekewt, eyandaye piřmey giryan, le giryanî ewan û daykyan û pejarey bawkyan erz û asman bezeyî ehatewe pêyana.
minałekan çûn emcare kewtin beser bawkyana û be giryan û zarî eman û lew lawe be dengî nûze û pařanewey xecê emîş destîkird be giryan beser minałekanya. maweyek bem core tê peřî, biłêsey agirî derûn řojbeřoj tîjtir ebû, agirî ciger pîranî hełgirt, şewêk le nîweşewa boy çuwewe ser bermał û destî berz kirdewe, witî: xwaye nyazêkim mawe gîray bikey, ewîş eweye leber xatrî minałekanim xecêy jinim berîtewe doxekey caranî û bibêtewe be xecêkey caran. tîrî du’ay gîrabû, xecê pêstî segî le koł bowe û buwewe be xecêkey caran û çuwewe ew doxey ke legeł pîrana be kizîyewe da’enîştin, ewende hebû pîran nwêj û řojûy çil sał, her sêy du’akey, be tiřekey xecêda derçû.