ḧemey nadir hebû lew şarezûre birayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  620 Dîtin

ḧemey nadir hebû lew şarezûre birayekî hebû, em biraye jinêkî hebû řojê kułabû be destyewe hemû carê gileyî le lay ḧeme ekird ke jinekey legełya baş nîye, ḧemeş pêy ewt biram xot pyaw nît, egîna jin çîye pyaw be destîyewe bikewîte zelaletewe, desa jinekey min her ke çawî lê berz ekemewe lewaneye zeneqî biçêt. ewîş witî ca bira to çît legeł kirduwe wa bew core hatote jêr řikêfit. ḧeme witî: her ke cûławetewe be take kewş ser û gwêlakîm nawete yek. carêk û dû car wam legeł kirduwe, êsta îtir wekû mastî meyûy lê hatuwe. witî sa bira wełła minîş way legeł ekem, yaxwa karit řast bê bira wa em řêgayet pîşan dam! îtir bê guman řizgarim ebê.

kabra be diłêkî xoşewe çuwewe bo małewe, her ke çuwe jûrewe be bê çirpe tayê le kewşekanî dakend bo ewe bîmałê beser jinekeya û aqłî bika, jinekey çawî pê kewt lêy şîtan û witî kuře ewe şêt bûy wa ew take kewşet dakend? kabra witî newełła xanim gyan! ewe bo ewem dakend bîmałim beser xoma.