ełên le yekê le koşkekanî teymûrî li...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  631 Dîtin

ełên le yekê le koşkekanî teymûrî lengida gelê peykerî têdabû, be taybetî sê peykerî têdabû ke le hemû peykerekan zyatir serincî xełkyan řa’ekêşa. yekêkyan zelamêke serî daxsituwe û xerîkî fîkir kirdineweye. yekêkî tiryan ewa be her dû dest ber buwete ser û potelakî xoy û beser xoya emałê. wirde wirde car car mûyekî řîşîşî heł’ekenê. ewî sêhemîş deste siřêkî girtote deste û sema eka.

le jûr ser her yek lemanewe nûsrawêk nûsrawe, ewî yekem le jûr seryewe nûsrawe: «jin bênim ya neyhênim». leser serûy duwemîn nûsrawe: «eme jinî hênawe û peşîman buwetewe». leser sêyemînewe nûsrawe: «ke em pyawe jinî hênawe û tełaqî dawe û řizgarî buwe» we nameyekîşyan dawete dest emey tya nûsrawe:

ewî jin dênê û jinî le małe
xoşî nabînê hergîz lew małe
ewî jindare û tełaqî dawe
mujde bê ke wa xwa bewî dawe