xełkî mistefay mîrweys hebû carêk gayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  686 Dîtin

xilkî mistefay mîrweys hebû, carêk gayekî barî pê ebê, eçête suleymanî egate ber mizgewtî mela meḧmûy nîzamî, katî nwêjî ’esir ebê, gayeke le derewe becê dêłê û xoy eçête mizgewtekewe bo nwêj. ke dête derewe seyr eka ewa mindałêkî ḧelwafroş tebeqe ḧelwakey lewmilawe danawe û swarî gayeke buwe û bew naweda eyřetênê, pêy ełê řołe ewe bo çi swarî ew gaye bûyt û way lê ekey? ełê: wełła mame le tirsî ewe newek biřwa û le dest biçê. ełê: wełła eger biřoştaye baştir bû be lamewe ke to way eřetênî. ełê: «mame ke wate wa bizane řoyştuwe, bîde min û minîş şukirit ekem. şukirekey minit bo emênêtewe».