ḧisên qeredaẍî hebû le nîwey sedey bîst...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
741 Dîtin
ḧisên qeredaẍî hebû, le nîwey sedey bîstemda. kuřî şêx mistefay qeredaẍî bû, ke be şêx mistefay muteseřîf be nawbang bû, em ḧisêne zelamêkî êcgar qełew nakolokar û qise qutîş bû. carêk minałêkyan ebê, bawkî lêy epirsê ḧisî çît buwe? ełê qurban hîçim nebuwe. zahdey jinim kuřî buwe. ełê çone? ełê: «dest elêsêtewe, hêşta maçî naka». ełê hetîw wa nałêm, ełêm cwane ya naşîrîne? ełê: «qurban ew le min bê û min le to bim, ebê çon bê?»