lew serewe kabrayek tûşî petayekî zor...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  666 Dîtin

lew sere kabrayek tûşî petayekî zor pîs bûbû, çuwe lay ḧekîmeke daway dermanî lê kird boy, ewîş pêy wit biço hendê sirkey ḧew sałe bixo yekewcar çak ebîtewe!

kabra çû her çend geřa sirkeyekî way dest nekewt. le axra nawnîşanyan daye ke le lay kwêxakey dêy «girwês» dest ekewê, ewîş çû pêy wit ka aya sirkey ḧewt sałey heye? witî bełê heme. witî ke wate hendêkim biderê bo em petayem. witî be kesî nadem. witî bo çî? witî: «eger bimdaye be xełk êsta le kwê sirkey ḧewt sałe lay min ema».