feqêyek heway şî’rutin ekewête serî û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  731 Dîtin

feqêyek heway şî’ir witin ekewête serî û çend şî’rêk da’enê û eyba bo şêx řeza ke timaşay bika û pesendî bika. şîx ke seyrî eka, serêkî bo ba eda û naşyewê diłî feqêyeke bişkênê. pêy ełê xirap nîye, feqê emey zor pê xoş ebê ełê: desa qurban ebê eweş bizanî ke eme leser awdest damnawe. şêxîş ełê: «bełê řast ekey her ke seyrim kird ew boney lê ehat».