řamz ye’qubî be qa’îmqamîy eçête koy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  731 Dîtin

řamz ye’qûbî be qa’miqamî eçête koye. pêş ew cemîl aẍa çend sałêk her le koye qa’miqam bû. řamz beg pyawêk bû sewday legeł xwardineweda hebû, cemîl aẍaş le nwêj bew lawe hîçî tirî ne’ezanî. řojêk řamz beg eçê bo dîdenî cemîl aẍa, lew maweyeda ke da’enîşê şitêkî wa dest nakewê ke be diłî bê û bîxwatewe, herwa heł’estê.

paş çend řojêk emca şewêk cemîl aẍa eçê bo dîdenî řamz beg, gelêk da’enîşê û şew direng ebê, eyewê nwêjekey ’îşay bika, her çend çaw egêřê hîçî way berçaw nakewê nwêjî leser bika, naçar heł’estê û ’ebakey xoy řa’exa û nwêjekey leser eka û paşan eçêtewe bo małê xoyan.

beyanî bermałêkî puxtey nayab exate naw bûxçeyekî tazewe û eyda be pyawekey xoy bîba bo řamz beg, pêy ełê be řamz beg biłêt cemîl aẍa em dugurdey be dyarî bo nardûyt bo ewe eger carêk yekêkî wekû min bû be mîwanit ba nwêjî leser bika.

pyaweş eçê û dyarîyeke û řaspêryeke egeyenê be řamz beg, řamizbegîş werî egrê û be pyaweke ełê tozê danîşe, xoy eçête jûrewe sindûqêk piř eka le şempanya û wîskî û bîre û ’ereqî zeḧlawî, eyhênê û eyda be pyaweke û pêy ełê: «be cemîl aẍa biłê řamz em sindûqe xwardineweyey be dyarî bo nardûyt bo ewey eger carêk yekêk wekû min bû be mîwanit boy danê ba bîxwatewe».