sałî 1936 bû. le çeqij û qaykende le...
sałî 1936 bû. le çeqij û qaykende le nizîkî «baxan» ewe «simayl’uzeyrî» xistibûyan, ḧacî qadrî simayl’uzeyrî hebû, gewrey xêł bû, pyawêkî çwar şaney kełegetî řûmet û nawsing pan. dinya destî sardî hebûn, le jêr dewarekeda danîştibûyn legoy agirdanekeda, bermałêkî dabû be şanya, temenî ew serdeme heşta ebû, herwa şitî bo egêřamewe, yekê lew şitane basî ḧecekey xoy bû, witî:
ew sałe le wiłatî suleymanî her min û ḧacî biraymaẍay xefaf çûyn bo ḧec, ew le naw şarî suleymanî û min le derewe. witim çend sałêk ebê? witî bexwa nazanim çil penca sałêk ebêt. yekê heştised lîrey zerdî ’usmanîman hełgirtibû. ke derçûyn le şar be def û zîkir û fîkirewe řewane kirayn, le naw kes û karmana bû be şîn û şepoř û giryan. be karwan û be swarî wiłaxîş řoyştîn. le deştî ’erebistana be swarî ḧuştir eřoyştîn, le hendê şwêna be kejawe eçûyn, le beḧrî sipî swarî papoř bûyn, meger xwa bîzanê çend şew û çend řoj le papořa bûyn, geyştine ke’bey şerîf, le katî tewafa le îḧrama bûyn. seyrim ekird gelê kes seyrî sing û defey şanî ḧacî biraymaẍa eken, xwa leş û larêkî pêdabû sipî sipî, etut bilûre, hemû şikłêkî pyawaney têda dyarbû, xełkekey tir hemû řeş û bêfeř, maşałła xwa çî dirust kirdibû, paşan çûyn bo medîne û geřaynewe bo wiłat, qetarey ḧuştir wekû řîzî mêrûle wabû, ke geyştine suleymanî xełkêkî zor be tepił û def û beydaxewe hatin be pîrmanewe, lew řojewe ke le suleymanî derçûyn ta hatînewe heşt mangiman pêçû.