sałî 1929 bû pyawêkim legeł bû xałe şa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  689 Dîtin

sałî 1929 bû. pyawêkim legeł bû «xałe şimar»y naw bû, pyawêkî pîrî řîş sipî topî nûranî, temenî tengî be ḧefta hełçinîbû, kurte bałay bazołe qewî etut pałewane. le řastîda a lew temeneda çwar gencî behêz û çak çaryan ne’ekird. lewberî sîrwanewe hatîn bo «newsû» min hîçim ne’ezanî eyut to biłî min «nisab sibyan» exwênim, witim başe. nazanim nisab sibyanîş çîye, bełam kewa û sełteyekim leberaye wekû feqêyekî biçûk.

dyare katî behare, newsû hemû bax û baxate. maweyekî zor be naw baxekana řoyştin, lew naweda xełk hatuçoyan ekird, le beynî xoyana her eyanut «san ce baxenî». wext paş ’esir bû, hîlak bûyn leser sewzełanêk danîştîn xałe şimar sebîlekey derhêna sebîlêkî têkird, bełam şiłejey naw bax heryeke ke «san» le naw baxaye.

ewendeman zanî sê pyawî kełegetî bałaberzî nawşan pan derkewtin řuwew lay ême hatin, heryeke şerwał û miraxaynekî mawetî sewzî tazeyan le beraye, piştênî peşmî ’ecemyan le piştaye, heryeke xencerêkî desk sipî wa be ber piştênekeyanewe, çefte û mişkîyan bestuwe be serewe. ser û kołebałêkî hewramyan be şaneweye, le merezî qaweyî dirust kirabûn, her ke hatin yekê lew syane kułebałekey le şanî xoy kirdewe le tenîşt êmewe xistye ser gyake û leserî danîşt be çwarmeşqî, êmeş lûtêkî waman pya nehêna, duwekey tirîş le beranberyewe be pêwe řawestan. danîştuweke le minî pirsî feqê biçkoleke le kwêwe hatûn? witman lew berî sîrwanewe. witî dengubasî ’ecemekan çîye? witman ewan hen. ew le barêkewe pirsyarî ekird, êmeş be hemû sawîlkeyeyyek cwabman edayewe, řoj direng bû, hesta řoyşit, le katî řoyştina witî ke hatne naw dê biçne dîwexanî san. ew řoyşit û êmeş be şwên ewa hestayn. zor be peroş bûyn bo bînînî san. kabrayek lew nizîke bêłêkî be destewe bû, golî naw baxekey çak ekird. çawî lê bû ke ew pyawe le lay ême danîşt. lêman pirsî her ełên san le naw baxe, kwa xoy dyar nîye? kabra le min moř buwewe û hîç sê û dûy lê nekird û tifêkî lê kirdim û witî: yanet wêran bo, ane san byen, ce lat nîştebê. tumez eme cafir san buwe û ême nemanzanîwe, bełam be lay ew kabrayewe şitêkî zor zil buwe ke cafir san le lay řûtełeyekî wekû ême danîştuwe, ta ew wexte şitî way nedîbû.

çûyne awayî û řûman kirde dîwexan. dîwexaneke berdemekey ḧewzêkî gewre bû, hemû ser ḧewzeke dar û daristan bû, xor le zerdepeřa bû, koşk û serake le koşk û seray wekû ełên xusrew perwîzî ekird, ew nawe cimey ehat le kuřanî kułebał le berî hewramî hemû tifeng be şan, leşkirêkî zorî lê bû, êmeş agaman le hîç nîye. řûman kirde dîwexan, neyanhêşt biçîn, tumez cafirsan xoy çawî lêye. bangî kird lêyan geřên, îtir řêgayan dayn çûyne jûrî dîwexanekewe, dû lakêşî zor gewre û dirêj, serendazêk le naweřastyana, ke seyrman kird ew pyawe ke le naw baxekeda le tenîştimanewe danîşt ewa lewêda lew serserewe be çwarimişqî danîştuwe, witî danîşin, lelay xwarewe şwên hebû danîştîn, çonyetî şwêneke serincî řakêşam, êcgar ke seyrim kird dû mindałî cwankele cafir san le berdemî xoya daynawin, bem la û bew lay jûrekeda her sereyek çwarde kesî lê danîştibû, hemû poşte û perdax û ẍerqî fîşek, heryeke tifengêkyan leser koşyan danabû, emane ke danîştibûn, bîst û dûyan kuřekanî xoy bûn, şeşyan biraza û xizmî zor nizîkî bûn, lew kuřane wekû kerîm begî xaneqa, ḧeme řeşî begî pawe, qadir begî tewêłe, le xizmekanîşî wekû efrasyaw begî hane germełe. qise û basyan bas û xwasî ’eskerî êranî bû, tumez eme wekû «mu’temer» çebîreyekî girtuwe û hemû kuř û xizme nizîkekanî bang kirduwe û qise lew şeře eken, ta pêncised tifeng be destêkîş lew naweda hebû, şewê ke nan hat, her be dû kes sînîyek hemu birinc û mirîşk û goştî ḧeywan bû.