sałî 1938 bû legeł şêx nûrî babe’elî û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  650 Dîtin

sałî 1938 bû legeł şêx nûrî babe’elî û yekêkî tirîş bû çûyn bo beẍda, şêx meḧmûdî melîk le beẍda bû le geřekî «silêx» da’enîşt, çûyn bo zyaretî. dîwexanekey çend kesêkî tirî lê bû, ewan hestan ême maynewe. le felestînewe hêşûyekî denk dirêjyan be dyarî bo şêx hênabû pêyan ewt «moz». şêx ser û denkî daynê bîxoyn. be destyewe damayn nemanzanî çonî bixoyn û çon exurê. şêx hestî pêkird, xoyşî denkêkî hêna leber çawmanewe pakî kird û xwardî, witî awa exurê. êmeş destiman kird be pêkenîn, witman ya şêx bexwa suleymanî ta êsta şitî way nedîwe.

xwa û řasan lew kateda ferecî řeşan be berçineyekî gewrey řêwasewe kirdî be jûra, bełam ême mozekeman xwardibû, şêx çak û çonî legeła kird û fermûy ferec ewe çît hênawe? witî qurban nextê řêwase. şêx witî bîhênin. lew kateda ke berçinekeyan hêna dû sê ’ereb û hendê efendî û hendê ’egał beser le şêxekanî ’ereb le paş selam danîştin. şêx le řêwasekey bedestewe bû her yek ser û řêwasî da be hemûman, kabra ’erebekan tozê seyryan kird û her bew core be twêkłewe berbûne xwardinî, emca ême pakman kird û xwardiman. ’erebekan zor terîq bûnewe her eyanut «şinu hiřa». bełam qisey xoman bê ême aqłitir bûyn. denge mozêkîşî da be ferec, ferecîş be destyewe dama, bełam ême taze fêr bûbûyn pêman wit.