sałî 1934 bû kareba pînc sałêk bû hat...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  615 Dîtin

sałî 1934 bû, kareba pînc sałêk bû hatbuwe suleymanî, bełam kes agay le panke û manke nebû be taybetî małan. «ḧacî mela ’arfî bisto» çûbû bo beẍda pankeyekî «marlilî» hejde încî hênabû, ewe yekem car bû pankey mêz bête suleymanîyewe. ḧacî mela ’arf małekeyan le jûr xaneqay meḧwî û le xwar mizgewtî xumxanewe bû ba biłêyn beser cadekey ew wextewe.

ḧacî mela ’arf pyawêkî dewłemend bû, xanuwekey xanûbereyekî çak bû, ḧewşeyekî gewre be xiştî sûr feřş kiraw, ḧewzêk lenaw ḧewşekeda, xanuweke dû nihomî bû, hemû jûrekan kewtibûne bakûrî ḧewzekewe, nihomî xwarewe sertenûr û jûrî zexîre û şite bû, nihomî sereweş jûrî nûstin û danîştin û kelegî bû. berheywanêk leber kelegyeke dabû eyřiwanî beser ḧewzekeda, be çend pê pilîkaneyek le ḧewşekewe eçuwe berheywaneke.

dinya hawîn bû, ḧacî mela ’arf leser payendazî we ya biłêyn leser şerefî em panke nawazeye ke ew hênawye bo małê xoyan, bangêştêkî nanxwardnî êwarey kird bo hendê le dost û biraderekanî bo ewe pankeyan çaw pêbkewê. xoyşî pyawêkî diłteř û legeł diłteřîyekeyşya be desełat bû. ewaney ke lebîrim mabin: eḧeřeş û řeşey mela biraym ew wexte ḧacî nebûn. ḧemdî efendî çayçî, westa sałḧî çayçî, derwêş eḧmedî çayçî, westa ewřeḧmanî kebabçî, westa eḧmedî ḧacî sîfułła, mela mistefay ḧacî mela řesûł, şêx miḧemedî meḧwî, biraym xan, mela ḧesenî ’elaf, wekû bêtewe yadim mela es’edî meḧwî û eḧmedî kuřî xoy. emene û gelêkî tirîş, bełam lebîrim nemawin. dyare minîş bûm.

em desteye, nwêjî şêwan le xaneqay meḧwî nwêj kira û paşan çûyn bo małewe. ke çûyn seyr ekeyn kursî be sê lay ḧewzekeda danrawe, lay dîwarî řêga nebû. ew kursyane ke êsta pêy ełên qenefe. kursîyekan ewende zor bûn em hemû xełke ke zyatrîş bûn, hemû cêyan buwewe. yek dû gułop le berheywaneke esûta. le paş ewe ke danîştîn seyrman kird şitêkî bin xiřî kemerdar be tel, le berdemî heywaneke danrawe, sê çwar peřî wekû gwêçke tenekey sipî kewtote naw kemetelekewe û lûtî tozê řuwe û ser ḧewzeke şořkirdotewe, hemûman lew şite bełacewîye sersam mayn, ḧacî mela ’arf xoy witî pankeke emeye, emca wirde wirde be qałdermekana serkewt çû be layewe. şitêkî wekû tenafî be dewra pêçrabû, lêy newî serekey le şwênêkî tir qaym kird, tumez eme serî pilakekey bû kirdî be şwênî pilakî dîwarekeda û lew lawe destî na be dugmekeya, kitupiř em şite bełacewîye kewte cûłe cûł û sûřxiwardin bem la û bew lada. em ’aleme hemû waqî wiřma û serî lê têkçû, hendêkyan etirsan, ewendeman zanî nermebayekî lêwe peydabû û hat be řûmana, her ew nerme baye eyda leser ḧewzeke, aweke wirde şepolî lê peydabû. giłopekan bûn be hezar giłop. îtir nan û manman le bîr çowe, her xerîkî seyrkirdnî em ẍezebî xwaye bûyn, êcgar lewe serman suřmabû çon demêk bew lada la ekatewe û paşan bem lada. le encama ḧacî mela ’arf be zor hełîsandîn witî naneketan sard bowe, le řastîda nanêkî çakî dirust kirdibû, ya řebî be řeḧmet bê ḧacî mela ’arf legeł mirdûy ḧazrî.