hejar gêřayewe witî paş ewey ke řeza şa...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
924 Dîtin
hejar gêřayewe witî:
paş ewey ke řeza şa le êrana hate ser ḧukim, fermanî derkird, ke hemû kes ebê kiławî pehlewî leser ken, leser eme le wiłatî êrana, hera lenaw melakana peyda bû, ke aya be le ser kirdinî kiławî pehlewî kafir ebin ya nabin? mela selîmêkî jêyî hebû le sabłax, ew her leser ewe bû her ke em kiławe leser ka kafir ebê, hendê le melayanî tirîş berperçyan edayewe û eyanut wa nîye, ewîş eyut: «ewa kiławî pehlewî bo êwe, ey bo teqwîmî baxełî çi debêjin? bewîş her kafir nabin».