mela ’ebdulḧemîdî baneyî yekêk bû le...
mela ’ebdulḧemîdî baneyî yekêk bû le muste’de here xwêndewar û çakekanî şêx ’umerî êbnolqeredaẍî le suleymanî, ke le mizgewtî «qamîşekan» bû. mela ḧememîney şêteş hebû her le suleymanî, şewêkî sêşenbe em mela ḧememîne eçête lay mela ’ebdulḧemîd le qamîşan pêy ełê: mela ’ebdulḧemîd çayekî bê kilkem bo lênê. mela ’ebdulḧemîdîş ełê: to eqiłit nîye, çay bê kilke ye’nî çê? ewîş ełê: mela to eqiłit nîye, çay bê kilke ye’nî her bo xom û xot bê û kesî be sera neyet û kilkî lê peyda nebê.
mela ’ebdulḧemîdîş be suxtekey ełê semawerekeyan bo têxa, çayekeyan bo dirust bika û xoyşî biçête derewe, bo ewe her eman be tenha bimênnewe. suxte ça saz eka û xoy eçête derewe. eman le jûrewe dergake da’exen. mela ’ebdulḧemîd dest eba bo îstikan ke ça têka, teq teq lew dîwewe eden le derga. mela ’ebdulḧemîd heł’estê derga ekatewe, ke seyr eken sê çwar feqêy mizgewtî tir be selam û ’eleykim eken be jûra. mela ḧememîn tûře ebê nawçewan eda beyeka, eyewê qise bika teq sê çwar feqê tirîş dên û ewanîş selam da’ekutin! mela ḧememîn îtir agirî têber ebê û ewendey tir şêt ebê. ełê: daykitan wa lêken eme kełehêře wa kobûnetewe? her heł’estê eka be kewşekanya û boy der’epeřê. mela ’ebdulḧemîd heł’estê eygirê, pêy ełê: mela danîşe çayeket bixorewe bo kwê eçî? ça bo to łênrawe. ełê: quzełqurit exomewe, min witim çay bê kilke, êsta hezar kilkî lê peyda bû. her çende mela ’ebdulḧemîd lêy epařêtewe ke to dexiłit çîye, çende exoytewe bixorewe, mela ḧememîn řazî nabê û her ełê min witûme çay bê kilke, êsta em nacsinane hezar kilkyan lê peyda kird. be bê ewe pyałe çayek bixiwatewe lêyda řoyşit.