kabrayekî başkî ḧeme weysî naw bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  884 Dîtin

kabrayekî «başkî» ḧeme weysî naw bû, gemałêkî ebê, zorî xoş ewê, pêy ewt «se bor», berxêkî le řaneke bo cya ekatewe û boy destinêj eka, berx zawzê eka û ebin be panze bîst ser, kitupiř gemałeke etopê, mame weys zor boy diłgiran ebê, legeł jinekeya ke «pexe»y naw ebê, pirsey bo da’enên û şîn û şepořêkî zorî bo eken. paş biřanewey pirse, legeł pexey jinya eçin bo lay mela, ke mîratekeyan lê beş ka, karesat le mela tê’egeyenin, melaş be layewe nêçîrêkî başî dest kewtuwe, ełê: mame ḧemeweys şeş serî bo to, mame ḧemeweysîş ełê: «ey we qurwanî demit wim». çwar serîşî bo daye pexe, daye pexeş ełê: «ey bîm we dewrta». înca çaweřêy ewen ke ewîtrîşyan lê beş ka, le paşa mela ełê eweşî ke mawetewe bo min. mame ḧemeweys tûře ebê û ełê:

«axir mela bêfeře, to bawkî se bor bûyt, to biray se bor bûyt, to çî se borît? lem naweda xot qut kirdigesewe, demit êjî birîngî pez biřînewes. ême kes û karî se borîn to gû xorî kiwêyt?»