ḧacî mistefa paşa gêřayewe witî ew sałe...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
781 Dîtin
ḧacî mistefa paşa gêřayewe witî:
ew sałe min emîrî ḧec bûm, le ’erefata tewaf ekeyn, qerebałẍyekey leweda nîye, goşt kewtote ser goşt, seyrim kird wa kabrayekî kurdî şarezûrî lay xoman leber demmeweye, afretêkî ketey ziley «sengałî» le pêş kabraweye û simtî be tewawî tund buwe le berî kabra. le tewafîşa cige le cencałyeke her kes le ’astî xoy û leber xoyewe xerîkî do’akirdin û pařaneweye. gwêm lê bû kabray berdemim hemû du’a pařanewekey ewe bû be kurdî eyut:
«bînayî çawan gişt carê xot fermûgte her kes biçê tewafî małê min bika, ḧořyekî pan û pořî edemê, êsta em ḧořye qoře ke to lêre dagte we min, min çî lê bikem? min cêgem nîye tozê qingim bicûłênmewe, êste çon îşî wam pê ekirê? axir nawî to xot nextêkî lê bizanî ke çi wextê wextî ḧořye?»