kabrayekî girdełe hebû lale paşayan pê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  921 Dîtin

obałî em qiseyeş be estoy kak fu’ad ’arf, ew boy gêřamewe:

kabrayekî girdełe hebû «lale paşa»yan pê’ewt, leser řûbarekey «ałîşe» řawestabû, eywîst lêy bipeřêtewe, bełam ney’ewêra lêy bida. lew kateda dû kuřî zebelaḧî kemałeyî hatin, ewanîş eyanwîst bipeřênewe, çawyan kewt be kabra girdełeke ke westabû, wityan: «gorane ewe to melewanî lêre řawêstyagî?» witî: a. wityan namanpeřênîtewe yekê we qeranê? witî: ba.

înca pêy witin êwe em la û ew lamewe bigirin ta bitangirim û bitanpeřênmewe, xoy kewte naweřastyan. piştênekey herdûkyanî tund girt û dayan le aweke, geyşte nêrgey aweke. aw be guř bû, pêy kabray kurtełey le zewî biřî, bełam leber ewe ewan zelam û behêztir bûn, awî zorî be seryana neşka, ewende hebû kabray kurtełe xoy bewanewe girtibuwewe. ke ewan eyanbînî em qaçî taqmane cût eka le naw awekeda eyanut: «eha girde kewte mele, dek dayk bot nenałênê».