pyawêk hebû le suleymanî sey ’elî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1068 Dîtin

pyawêk hebû le suleymanî «sey ’elî bîsmîlla»yan pê’ewt, be «bisim alilh alirḧimin alirḧîmErebî»û tûře ebû, pêyan ewt xałe seyd qur’an piřyetî le «bisim alilhErebî» to bo çi pêt xoş nîye? betaybetî hemû řojê xot le nwêjda çend çar eyxiwênî. eyut: bawkim em «bisim alilhErebî»yane ew «bisim alilhErebî»ye nîye ke heye. min «bisim alilhErebî»y xom enasim barîke û dirêj.

ca em sey «’elî» ye carêk qadir’aẍa hebû pyawêkî kełegetî zelam, sey ’elîş biçkoleyekî řêwîłe bû, leser cadekey kanîskan her leser «bisim alilhErebî» ebê be şeřyan. qadir’aẍa eygirê û eynête jêrewe, be leqe dêt be wêzeya, sey ’elîş le jêrewe hawarî ekird û bangî ekird: erê ewe gewadêk û segbabêk û qeḧbebabêk nîye bêt lêkman bikatewe.