miḧemed’elî kurdî kitêbêkî çîrokî zadîçî...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
1005 Dîtin
miḧemed’elî kurdî kitêbêkî çîrokî «zadîç»y le çap dabû, yekî be dûsed fils bû, «350» daney le beẍda lelay westa beşîr muşîr danabû, le paş maweyekî zor çuwe lay, witî: ba ḧisabêkî kitêbekan bikeyn, westa beşîr witî: çend bûn?
miḧemed’elî witî: 350 dane. witî: ey mirdût mirê! key ewe debû? witî: ey çend bû?, 250. witî: başe ba ewende bê. dey ba ḧisab bikeyn, kwa kitêbekan? witî çûzanim hendêkyan lê firoşrawe. witî: ewî firoşrawe heqî firoştintekey hełbigre û ewîtirim biderê. witî: sedî lê firoşrawe û sed û pencakey tirîşî nazanim çî lê hatuwe? witî: başe ew sede ke firoşrawe parey ewem biderê. witî: sedî dey hî xome. witî: başe ewîtirim biderê, westa beşîr tozê řama û le paşa witî: to lat waye em dûkane be tiř řagîrawe, ewîtrîş bo dûkaneke!