mela meḧmûdî ḧacî ’elî hebû le...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
979 Dîtin
mela meḧmûdî ḧacî ’elî hebû le suleymanî, em mela meḧmuwe legał xa fatim nawêka le serdemî gencîda diłyan pêkewe bû, zeman boy řênexsitin bibin be hawser, mela meḧmû jinî hêna û xa fatmîş şûy kird, dewrî gencî be serçû le serdemî pîrîda mela meḧmûd jinekey mird û xafatmîş mêrdekey mird, çarenûs lew serdemî îxtyarî da, kirdinî be hawser, ca hemû dem ke mela meḧmû legeł xafatma ekewtine geme û gałte, eyut: «ay xa fatim eweł şam û axir şam».