werin bezmêkî meşrû’ane bigrîn

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  511 Dîtin
werin bezmêkî meşrû’ane bigrîn
be kwêrî çawî perwêzNava taybet û cemNava taybet û keyNava taybet
newek neqşî, terîqey mewlewî war
be zîkirî cehrî û dengî def û ney
be dewrî nûrî diłda ḧełqe bestîn
mesel ew mang û êmeş çeşnî haley
bifermûn ey qedeḧnoşan be saqî
le kûpey me’rîfet têka ewîş mey
derî bênîn be zorî nwêłî şadî
dirextî ẍem le binçîne û řeg û pey
xuda, sa bo diłî tarîkî îslam
le tîşkî lutif îtir yek zeřře derxey
be çawî ser heta ’alem bibînîn
le meşrîq ta be meẍrîb, řomNava taybet heta řeyNava taybet
ke yaran mestî badey lemْ yezelْErebî bûn
desa bêxudNasnava edebî ẍułamit bim etoş dey
biłê sałî le dayk bûnî «tewfîq»
kuřî «eḧmed» ke ye’nî nûrî dîdey
le şî’rî axrî nîwşî’rî dwayî
eger dîqqet bifermûy pêy ebey pey
le dinya û le ’uqbada îlahî
be saḧîb mał û cah û serwetî keyHisaba Ebcedê: be saḧbimal û cah û sirutî key