werin bezmêkî meşrû’ane bigrîn

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  510 views
werin bezmêkî meşrû’ane bigrîn
be kwêrî çawî perwêzNamed-Entity û cemNamed-Entity û keyNamed-Entity
newek neqşî, terîqey mewlewî war
be zîkirî cehrî û dengî def û ney
be dewrî nûrî diłda ḧełqe bestîn
mesel ew mang û êmeş çeşnî haley
bifermûn ey qedeḧnoşan be saqî
le kûpey me’rîfet têka ewîş mey
derî bênîn be zorî nwêłî şadî
dirextî ẍem le binçîne û řeg û pey
xuda, sa bo diłî tarîkî îslam
le tîşkî lutif îtir yek zeřře derxey
be çawî ser heta ’alem bibînîn
le meşrîq ta be meẍrîb, řomNamed-Entity heta řeyNamed-Entity
ke yaran mestî badey lemْ yezelْArabic bûn
desa bêxudPen name ẍułamit bim etoş dey
biłê sałî le dayk bûnî «tewfîq»
kuřî «eḧmed» ke ye’nî nûrî dîdey
le şî’rî axrî nîwşî’rî dwayî
eger dîqqet bifermûy pêy ebey pey
le dinya û le ’uqbada îlahî
be saḧîb mał û cah û serwetî keyAbjad Numerals: be saḧbimal û cah û sirutî key