kabrayekî şarezûrî eçê bo silêmanî û ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  465 Dîtin

kabrayekî şarezûrî eçê bo silêmanî û eçête lay eḧey kiřnû pêy ełê: xałe ḧacî êjin to destî ḧekîmit heye, be qurban min diłim fire jan eka a bizane xasim nakeyto. eḧey kiřnûş nextê letke nawkî qeysî bo ehařêt û eydatê, ełê: bîke be kefleme û bîxo bizanim çend dest sikit kar eka, pêm biłê ca ew wexte dermanî tirit edemê. kabra beyanî dêtewe ełê: xałe ḧacî dûdestî piř û nîwe dest kar eka. tumes eme kabra eçê be berelepî lay xwarûy xoy epêwê, dû bere lep û nîw ebê. çunke lay wa ebê ke ew pêy wituwe çend dest sikit kar eka, mebestî ewe buwe ke sikit çend berelep ebê!