kabrayekî lew ałane maynêkî hebû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  453 Dîtin

kabrayekî lew ałane maynêkî hebû bîstibûy le dêy «girgaşî» espêkî çak heye, maynekey bird le espekey çak bika. xawen espîş hemû car espekey be pênc mecîdî epeřand. kabray xawen mayn pênc mecîdî daye û maynekey kêşaye jêr espeke bełam wa řê kewt esp le batî ewe bîka be «zê»y maynekeda, serî kird û kirdî be dwaya!

kabra be nahumêdî geřayewe bo małewe. dirawsêyekî hebû lêy pirsî: xałe ewe dyar nebûy dû řoje le kiwêyt? ewîş witî: hîç! dû řoje çûbûm bo ew dêye pênc mecîdî xom qerzar bûm legeł qingêkî maynekema herdûkîman dayewe û hatînewe!