le dewrî qacařekana le êrana her sałe ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  585 Dîtin

le dewrî qacařekana le êrana her sałe le katî muḧeřřemda le hemû şarekana bêcge le řoj’away, ḧukumet be corêkî řesmî matemî ḧisênî egirt, be taybetî her sałe le şarêk zyatir koşşî legeł ekira. emeş bew core ke welî’ehd û gelê le wezîr û karbedeste gewrekanî ḧikumet ew sałe eçûne ew şare û emanyeş ke le taranewe eçûn pyawanî taybetîyan legeł xoyan ebird. bo gêřanî dewrî «şimir, yezîd, zyad, ḧisên...» û hitid. le řojî dey muḧeřřemda ke pêyan ewt řojî «qetił».

sałêk em dewreye ber kirmaşan kewt. muzeferedîn şa û hemû serdanî ḧukumet le taranewe beřê kewtin bo kirmaşan û pyawanî dewrî qetłekeyan legeł xoyan hêna. yekêk lem pyawane kabrayek bû ke le řujî qetła dewrî şimrî egêřa. dyare emane hemû fêr bibûn û derzyan da’edra ke çon ew dewrane bigêřn. kabray şimir ke geyştine nizîkî kirmaşan nexoş kewt; her çend dermanî řewanî û şityan daye kełkî nebû, axrî mird. emaneş ne’ekira be bê şimir biřon û taze destîşyan nagatewe be taran bo ewe yekêkîtir lew fêrkirawane bênin. lem řuwewe pekyan kewt û kewtine teqeladan.

řojêk le řêgada kabrayekî şwanî keřek leberî simêł babřî çwar şaney kełegetî geřûsyan berçaw kewt. biřyaryan da ke eme legeł xoyan berin û dewrî şimrî le matemînekeda pê bigêřn. muzeferedîn şa nardî hênayan û karesatekeyan wit. kabra witî: min kabrayekî şwan çûzanim em îşe bikem û serim çon lê der eçê? ewanîş be tewawî diłyan pya çû bû. wityan: to hîç karit nebê, cilubergî taybetî şimirit leber ekeyn, le şwênêk da’enîşît. pyawêk le pişt sertewe ebê ew derizit da’eda, ew çî wit toyş ewe biłê. bem core kabrayan saz kird û řoyştin.

ke çûne kirmaşan û řojî qetił hat, welî’ehd muzeferedîn şa û wezîrekan û hemû pyaw maqûł û gewre û biçukêkî kirmaşan le seray ḧukumetîda kobûnewe û danîştin. kabrî geřûsî bergî şimryan le ber kird û le ser kursîyek dayanna û pyawêkî le piştewe danîşt bo amojgarî kirdinî. şwênî kabra wa řêk xirabû ke řast řûy le muzeferedîn şa bê. pyawêkî tirîş ke dewrî «ḧisên»y egêřayewe le beranber emewe danra bû ke piştî le muzeferedîn şa bû.

dewr hate ser ḧisên û destî kird be qisekirdin, ewendey qise kird kabray şimrî geřûsî destî kird be wendewzdan! legeł eweşa ḧisên legeł em qise eka, kabray amojgarî ker le piştewe têy sirewand witî: çurit neye norey tuwe. kabray geřûsî şimir wa têgeyşit ke eme yekêke lew qisane ke ebê bîłêt řûy kirde muzeferedîn şa û be dengêkî nêr witî: çurtineye, çirut neye norey tuwe! şa û danîştuwan hemû řaçenîn û seryan suřma ke eme çî bû!

kabray amojgarî ker seyrî kird wa ḧeyay ew û abřûy hemûyan çû, dûbare suxremeyekî tirî sirewandewe û witî: cakeş pîder, řîdî we tazyeke řa wakey? şimir wa têgeyşit emeş her le baqî qisekeye řûy kirdewe muzeferedîn şa û be dengêkî nêrtir witî: cakeş pîder, řîdî we tazyeke řa wakey? bemcore le şarî kirmaşana qetłî ew sałe tewaw bû!