pyawê hebû le suleymanî ’elî ofîk ya...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  556 Dîtin

pyawê hebû le suleymanî «’elî ofîk» yan pê ewt. saz û sewdayekî tewawî hebû legeł ’ereq xwardineweda heta biłêyt nabût û latîş bû. her ke çend pûłêkî dest ekewt xêra eybird eyda be ’ereq û eyxiwardewe. řojêk be her cor bû heşt pûłî dest kewtibû û birdibûy bo lay ’ereq firoşeke ’ereqî pê bikřê. kabray ’ereq firoş ełê: ca eme çî eka û çi serxoşîyek eda? ewîş ełê: her çende eka to bimderê ser xoşîyekey leser xom!